current location : Lyricf.com
/
Songs
/
It's All Coming Back to Me Now [Kurdish [Kurmanji] translation]
It's All Coming Back to Me Now [Kurdish [Kurmanji] translation]
turnover time:2024-04-28 07:38:08
It's All Coming Back to Me Now [Kurdish [Kurmanji] translation]

Şev hebûn ba wisa sar bûn ku

Laşê min diqerisand di nava nîvînan de

Ger min guh bidayê

Li derveyî paceyê

Roj hebûn, tav wisa xedar bû ku

Hemû hêstirên çavan dibûn toz

Û min fêhm kir ku çavên min

Heta hetayê ziwa dibûn

Dema ku tu çûyî min dev ji giriyê berda

Û nayê bîra min li ku, kengê an jî çawa

Û min hemû bîranînên min û te ji serê xwe avêt

Lê dema ku tu wisa dest didî min

Û min wisa digirî

Dîvê bipejirînim ku

Ew hemû dîsa vedigerin min

Dema ku wisa dest didim te

Û dema te wisa digirim

Pir zehmet e ku bawer bikim lê

Ew hemû dîsa vedigerin min

(Ew hemû vedigerin, Ew hemû dîsa vedigerin min niha)

Demên zêrîn hebûn

Ronahiya lembeyan hebûn

Tiştên ku min ê qet nekira, hebûn

Lê wê çaxê, hemû jî rast xuya dikirin

Şevên şadiya bêdawîn hebûn

Ji hemû tiştên ku zagon dikarin bidin, zêdetir

Delalê delalê

Ger te wisa maç bikim

Û ger tu wisa bikî pisepis

Çiqas berê bû

Lê dîsa jî vedigerin min

Ger tu wisa muhtacê min bî

Çiqas berê bû

Lê dîsa jî vedigerin min

Ewqas zehmet e ku xwe li ber bigirim

Lê ew hemû dîsa vedigerin min

Bi kutekî tê bîra min

Lê ew hemû dîsa vedigerin min

Lê ew hemû dîsa vedigerin

Ew tirsên beredayî hebûn û derewên vala

Û kengê te ceribandibe ku min biêşînî

Min te xerabtir şikandiye

Û gelek û gelek kûrtir

Saet hebûn ku hema bi rojan derbas dibûn

Di dawiyê de bi tenê, me wê şensan ku

Me wenda kirin bêjmêrta

Lê bi girtina deriyê tu wendabûyî

Lê min bi awayekê xwe dîsa xurt kir

Û ji wê rojê vir de min qet demê xwe ziyan nekir

Lê ger wisa dest bidim te

Û ger tu wisa min maç bikî

Çiqas berê bû

Lê hemû dîsa vedigerin min

Ger wisa dest bidî min

Û ger ez te wisa maç bikim

Bi bayê çûbû

Lê ew hemû dîsa vedigerin min

(Ew hemû vedigerin, Ew hemû dîsa vedigerin min niha)

Demên zêrîn hebûn

Ronahiya lembeyan hebûn

Tiştên ku min ê qet nekira, hebûn

Lê wê çaxê, hemû jî rast xuya dikirin

Şevên şadiya bêdawîn hebûn

Ji hemû tiştên ku zagon dikarin bidin, zêdetir

Delalê delalê

Lê dema ku tu wisa dest didî min

Û min wisa digirî

Bi bayê çûbû

Lê ew hemû dîsa vedigerin min

Dema min wisa dibînî

Û dema ez te wisa dibînim

Û em dibînin ku em dixwazin bibînin

Ew hemû vedigerin

Bi kutekî tê bîra min

Lê ew hemû dîsa vedigerin min

Ger tu min tev de efû bikî

Ger ez te tevde efû bikim

Em efû bikin û ji bîr bikin

Û ew hemû vedigerin min

Dema min wisa dibînî

Û dema ez te wisa dibînim

Û em dibînin ku em dixwazin bibînin

Ew hemû vedigerin

Laş û xeyal

Ew hemû vedigerin min

Bi kutekî tê bîra min lê ew hemû vedigerin min niha

(Ew hemû vedigerin min niha)

Dema tu min wisa maç dikî

(Ew hemû vedigerin min niha)

Dema wisa dest didim te

(Ew hemû vedigerin min niha)

Ger tu wisa bikî

(Ew hemû vedigerin min niha)

Û ger em...

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Céline Dion
  • country:Canada
  • Languages:English, French, Spanish, German+2 more, Neapolitan, Japanese
  • Genre:Pop, Pop-Rock
  • Official site:http://www.celinedion.com/
  • Wiki:https://en.wikipedia.org/wiki/Céline_Dion
Céline Dion
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved