current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Dernière danse [Kurdish [Kurmanji] translation]
Dernière danse [Kurdish [Kurmanji] translation]
turnover time:2024-04-28 10:35:22
Dernière danse [Kurdish [Kurmanji] translation]

Oh êşa min şêrîn

Çima li ser disekinî, tu carde destpê dikî

Jixwe ez ne keseke girîng im

bê wî hinekî nebaş im

Di metroyê de tena serê xwe digerim

Dîlaneke dawî

Ji bo jibîrkirina xemgîniya xwe

Dixwazim birevim, lê her tişt carde destpê dike

Oh êşa min şêrîn

Ezmanê, şev û ro li hev dixim

Bi ba û baranê re dîlanê dikim

Hinekî evîn, hinekî hungiv

Û ez dîlanê dikim

Û di vê xirexêçê de direvim û ditirsim

Îja dora min e?

Ê dihê...

Li hemî Parîsê, belasibeb xwe didimê

Û ez difirim, firîn, firîn, firîn, firîn.

Hêviyên tenê...

Li vê rêyê tenê

Heya bêdawîbûnê jî bimeşim, bêyî te jiyana min dekoreke bê wate ye

Ezmanê, şev û ro li hev dixim

Bi ba û baranê re dîlanê dikim

Hinekî evîn, hinekî hungiv

Û ez dîlanê dikim

Û di vê xirexêçê de direvim û ditirsim

Îja dora min e?

Ê dihê...

Li hemî Parîsê, belasibeb xwe didimê

Û ez difirim, firîn, firîn, firîn, firîn.

Li vê êşa şêrîn

Min hemî xirabî dîn

Guhdarî bike dilê min çi mezin e

Ez zarokeke cîhanê me

Ezmanê, şev û ro li hev dixim

Bi ba û baranê re dîlanê dikim

Hinekî evîn, hinekî hungiv

Û ez dîlanê dikim

Û di vê xirexêçê de direvim û ditirsim

Îja dora min e?

Ê dihê...

Li hemî Parîsê, belasibeb xwe didimê

Û ez difirim, firîn, firîn, firîn, firîn.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Indila
  • country:France
  • Languages:French, English
  • Genre:Pop, R&B/Soul
  • Wiki:https://fr.wikipedia.org/wiki/Indila
Indila
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved