current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Biyan lyrics
Biyan lyrics
turnover time:2024-05-20 04:37:32
Biyan lyrics

Ji her alîyên min pel diweşin ez hinek serxweşim

Xewnên kûr rêyên dûr dibînim û dimeşim

Dûr ketim ji vê jîyanê sar dibim aciz dibim

Çî bikim nizanim derketinek nabînim

Xwezî baranek bibare jana dil paqij ke

Xwezî piştî her bahozan roj derkeve

Li vê jîyanê tu tenê yî kesê te tûne

Rastî ev e mixabin birako xwe ne xapîne

Ez digerim bajar bajar

Demsal payîz bû nema bihar

Girane barê evîndar

Xewnên min bûn par û par

Rêya min gelek dûr bû

Çiqas diçûm hewqas kûr bû

Rengê jîyan tarî bû

Dengê hawara min belav bû

Carna girtîne hemû derî

Tenê rêya mirinê vekirî

Êş û jan serî hata binî

Nikarim bêjim xwe negrî, negrî, negrî

Nikarim bêjim xwe negrî

Bila ne xema te be li ber kesî nekeve!

Li paşeroj nemîne li pêşa xwe binêre!

Hayfa te, bijî li gorî dilê xwe efû neke!

Îro, aniha û sibê, ev jîyan careke

Jîyan çiqas şêrîn be mirin jî hewqas tahle

Bireve nesekine erê evînî kul û derde

Dem diçe emir diçe lê xem naçe

Ku dil şikestî be jîyan bê tahme

Ez digerim bajar bajar

Demsal payîz bû nema bihar

Girane barê evîndar

Xewnên min bûn par û par

Rêya min gelek dûr bû

Çiqas diçûm hewqas kûr bû

Rengê jîyan tarî bû

Dengê hawara min belav bû

Carna girtîne hemû derî

Tenê rêya mirinê vekirî

Êş û jan serî hata binî

Nikarim bêjim xwe negrî, negrî, negrî

Nikarim bêjim xwe negrî...

Ev jîyan çiqas dijwar

Ez tu car nebûm baxtewar

Li dilê min gelek bar

Mejîyê min maye neça

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Xem
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
Xem
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved