current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Deepression lyrics
Deepression lyrics
turnover time:2024-06-02 21:34:09
Deepression lyrics

Serê min diêşî ji derdên dinyayê

Serê min diêşî ji derdên cîhanê

Dema zarok bûm pirsgirêk di jîyana min de tûne bûn

Ez çiqas mezin bûm derdên min jî hewqas zêde bûn

Jîyan rêyekî dijware ez di wî rêyê de winda bûm

Bi tenê mam li vê cîhanê hêvîyên min dûr ve çûn

Li dora xwe dinêrim ji êşa xwe re derman nabînim

Ji bo ku xwe jibîr bikim kolan kolan dimeşim

Tenê radizêm û şîyar dibim tiştên cûda nadijim

Carna li pêy xeyalan diçim mixabin rê nasnakim

Serê min diêşî ji derdên dinyayê

Serê min diêşî ji derdên cîhanê X2

Min qet bawer nedikir lê jîyana min bû zindana min

Dipirsim û bersiv didim carna xwe rexne dikim

Belê poşmanim lê digerim çareserî nabînim

Min dît paşeroj tarîye êdî pêşeroj xeyal dikim

Demsal bihare lê ez ji dilê xwe re zivistanim

Êdî hew sebir dikim ji hêvîyên xwe dûr ketim

Jîyana xwe difikrim ji bo rizgarîya dilê min

Hêvîyekî min heye ez dixwazim tûne bim

Serê min diêşî ji derdên dinyayê

Serê min diêşî ji derdên cîhanê

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Xem
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
Xem
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved