current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Dokunma Yanarsın [Kurdish [Kurmanji] translation]
Dokunma Yanarsın [Kurdish [Kurmanji] translation]
turnover time:2024-04-29 03:47:54
Dokunma Yanarsın [Kurdish [Kurmanji] translation]

“Zarokatiya min di nav gemarê de bi şagirtiyê borî,

Ciwantiya min di nav meş û çalakiyên korsan de.

Zû ketim girtîgehê û min cop zû naskir.

Dilêm ji voltayên piçûk teng bû ye.

Niha di deştên bêserî û bêbinî de,

Bêyî gavên xwe bihêjmêrim,

Bêyî bizivirim pişt xwe, bêzar nabim, dev jê bernadim.

Dixwazim weke caniyekê har birevim.

Û tu dibînî, ez çar ji bengîniyê nakim.

Delala min, min di halê min de bihêle,

Çawa bê jî ez ê rastiya xwe bibînim."

Di mêrgên fireh de dixwazim pêxas birevim,

Pirça min li ber bayê, rûyê min ber bi çiya ve.

Dîlgira ku singa min bi mirinê diceribêne!

Û wêrîna ku dilê min bi birînan zorê dide!

Dixwazim pev biçe, pevçûn e xwasteka min.

Bazdan, evîna min dixwazim bazbidim, dixwazim bazbidim.

Heger venegerim min bibexşîne.

Bila bi tundî lê bixe, dixwazim lê bixê.

Evîna min dixwazim bazbidim, bazdan, bazdayîn,

Heger venegerim min bibexşîne.

Bûme pisporê revokan,

Di her îstgehekî de afîşên min hene,

Zarokek jî dikare li min bixe,

Dest li min nede tu yê werê fîşkirin,

Dest li min nede destê te yê bişewite,

Dest li min nede tu yê dîn û har bibê.

Dest li min nede tu yê jî bişewitî.

Bazdayîn, ji berava egzozan, tilxan û talanan ve

Ji nav ew qas bêînsafiyan û ew qas bêmafiyan

Ji berava bêdîmenîtiyan, bêperetiyan û bêxwedayetiyan,

Bêyî ku xwe li tu tiştî û tu kesî bidim,

Dixwazim bazbidim, heta ku cigera xwe parçe parçe bikim

Dema xwarin, vexwarin û dema bieşk ji xwe çûnê, hin kes.

Dema serê lûleyê dibînin xwe vedişêrin, hin kes.

Dema hin kes dimirin û dema hin kes di qunciknivîsan de gotaran diqîrin.

Bêyî şerkirin, bêyî ku careke din werim girtin.

Û bêyî dijînan bikim,

Dixwazim bazbidim, heta ku serê xwe bişkênim!

Dixwazim mistên te carek din bêgirîn bigirim,

Çavêm ji rûyê te xeyîdî, sazam ji evîna te bêdeng.

Min qadjimêr ji dema cudabûnê re saz kiriye, nema teslîmiyet.

Aqilêm yê ziyan ji bo te xira bûyê.

Hundirêm felaket.

Dixwazim bikevim ber gulleyan û werim, dixwazim werim.

Mirin, dixwazim bimirim, evînam dixwazim bimirim.

Heger sax bimênim bibexşîne.

Dixwazim bikevim ber gulleyan û werim, dixwazim werim.

Dixwazim bimirim evîna min, mirin û mirin.

Heger sax bimênim min bibexşîne.

Bûme pisporê revokan,

Di her bêtêlekî de navê min tê xwandin,

Zarokek jî dikare min bibîne û bigire,

Dest li min nede tu yê dîn û har bibê.

Dest li min nede destê te yê bişewite,

Dest li min nede tu yê werê fîşkirin,

Û Dest li min nede tu yê jî bişewitî.

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Ahmet Kaya
  • country:Turkey
  • Languages:Turkish, Turkish (Anatolian dialects), Kurdish (Kurmanji)
  • Official site:http://www.ahmetkaya.com/
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Ahmet_Kaya
Ahmet Kaya
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved