current location : Lyricf.com
/
/
Dayê Tu Megrî lyrics
Dayê Tu Megrî lyrics
turnover time:2024-06-02 18:57:48
Dayê Tu Megrî lyrics

Rom u Ecem tev welat vegirtin

Bindest dijîn em, ji ber ku Kurd in

Çira u rewşen li me vemirtin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Xwendin nehiştin li nav me Kurdan

Ne hiş, ne bîr man ji Eş u Derdan

Ev bax u bostan, ji dest xwe berdan

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Şêx u began tev em kirne kola

Bê maf u bê cî berdane çola

Dan ser milên me darên Dehola

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Mizgîn! Tu şa be va em dixwênin

Azadîxwazên cîhan dibînin

Divê ku dijmin bi zor derênin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Va em şiyarbûn, xwende u zana

Me rê tev girtin ji ber nezana

Zû, zû me naskir ev reng dizana

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Dijmin du nifşin: hundur u derve

Hinek di binve, hinek di serve

Kurdên nezan ji tên me bi serde

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Divê ji bo te em rast bibêjin

Bindest u kola tim jîndirêjin

Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Em tev diçin tên, Dolab u Çerx ın

Mebîne ko em Ciwan u Ferx ın

Divê ku dijmin ji nav xwe derxin

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Divêt bi leşker herin zinaran

Konê xwe vegrin li pêş neyaran

Êrîş bikin em bi Gullebaran

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Reşa Xwe Bavêj, Dayna Cilên Xwe

Kelaşînkofê bavêj milên xwe

Xeman em derxin ji nav dilên xwe

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Sûndê dixun em bi Pût u Late

Heta ku negrin Zab u Ferate

Serbest nekarin em bêne ba te

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Rabe bi hev re em herne şaxan

Derman bikin jin: Lash u Kelaxan

Ronî bidin xweş rengê çiraxan

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Milên xwe bidne milên me şêran

Di şevreşan bin rengê sitêran

Şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Dayê em xortin xwîna me germ e

Bindest bimênin ji bo me şerm e

Ta kengî dijmin paşa li ser me?

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Îdî me nabên ev reng u ev jîn

Em tev shiyarbûn Ferhad u Şêrîn

Em guh didêrin dengê Cigerxwîn

Ger bêne kuştin, dayê tu megrî!

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Cigerxwîn
  • country:Syria
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Poetry
  • Wiki:http://en.wikipedia.org/wiki/Cigerxw%C3%AEn
Cigerxwîn
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved