current location : Lyricf.com
/
/
Newroz [Turkish translation]
Newroz [Turkish translation]
turnover time:2024-06-02 20:22:19
Newroz [Turkish translation]

Destpêkir berxwedan ew roja dîrokî

Bi destana Kawa ava bû şoreşî

Ji holê rabû xulamtî nema bindestî

Roja me bû ronî bi agirê azadî

Dilê me germe bejna me direqise

Pîroz be li me erê îro Newroz e

Roja vejînê kêfa me xweşe

Li Mesopotamia îro şoreşe

Armanc yekîtî hêvîya me biratî

Bi tekoşîn û berxwedanê mafê me ye azadî

Em tu carî naxwazin dagirkerî û zordarî

Dawîya dawî em ê bigêhîjin rizgarî

21ê adarê, werne werne dîlanê

Pîroz bikin Newrozê, bernedin qet vê dozê

Îro roja serhildanê, ji Amed heta Mahabadê

Geş bikin vê agirê, ji Qamişlo heta Hewlêrê

Îro li Mêrdîne li Batmanê

Li Sînê li Urmîyê

Li Efrînê li Kobanê

Li Şengalê li Silêmanîyê

Em li vir in keç û xort, ciwan û pîr

Hogir û Egîd'an em nakin jibîr

Her dem azadin em nebûn esîr

Me qetand şikand avêt hemû zincîr

Bi gul û rîhan digerin hemû ciwan

Binêre roj vebû ronî li ser çîyan

Helîyan berf her der gulîstan

Seyran xweşe binêr li her zozan

Dengbej, kilam, bilura şivan

Doza dê û bavan li ser ziman

Yek dil, yek can û niştiman

Em pêdixin geş dibe berxwedan

21ê adarê, werne werne dîlanê

Pîroz bikin newrozê, bernedin qet vê dozê

Îro roja serhildanê, ji Amed heta Mahabadê

Geş bikin vê agirê, ji Qamişlo heta Hewlêrê

Dilê me germe bejna me direqise

Pîroz be li me erê îro Newroz e

Roja vejînê kêfa me xweşe

Li Mesopotamia îro şoreşe

Armanc yekîtî hêvîya me biratî

Bi tekoşîn û berxwedanê mafê me ye azadî

Em tu carî naxwazin dagirkerî û zordarî

Dawîya dawî em ê bigêhîjin rizgarî

21ê adarê, werne werne dîlanê

Pîroz bikin Newrozê, bernedin qet vê dozê

Îro roja serhildanê, ji Amed heta Mahabadê

Geş bikin vê agirê, ji Qamişlo heta Hewlêrê

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Xem
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
Xem
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved