current location : Lyricf.com
/
Songs
/
Agir [Transliteration]
Agir [Transliteration]
turnover time:2024-05-20 06:08:17
Agir [Transliteration]

Derîyê clubê vebû herder bihûşt e

Herkes direqse ji kêfê serxweş e

Dj nasekine civatê geş dike

Bê navber stranên The Weeknd lêdixe

Club, striptiz, libido, party

Atmosfer agir e dişewite her derî

Li her derê shawty, li her derê delalî

Dem sekinîye ambiance crazy

Ji nava sedan keçikan min tenê wê dî

Derdor tarî bû ew jî ronî

Sexapalîte, aura, enerjî, delalî

Ev çî bû waow, mejîyê min sekinî

Ne keçikên Instagram ne jî yên Tinder

Nerîna wê dişewitîne min mîna agir

Ew lêvên şekir serê min gêj kir

Min di nav çavên xwe de winda kir

Di nava agirê de em bi hev re reqs bikin

Xwê bidin, şil bibin, bihelin, nesekin

Heta em ziwa bibin, herdem şa bibin

Em ji vê xewa şêrîn qet şîyar nebin

Ji min re derman î, nexweşê te me

Ji bo te amade me, heta dawî bi te re me

Rih û bedena min ii te re dihele

Hertiştê min yê te ye, ji te re helal e

Agir

Piyango ji min re derket, min got bingo

Ev keçik tabloya Pablo Picasso

Dema min a monoton, bû hallucination

Clup mîna maraton, serê min milyon

Delalî ya te hîpnoz, tu jî paradoks î

Ne tişteke li ber te şîfreya Da Vinci

Ne pere, na xanî, ne jî Lamborghini

Bi wan çavên esrar serê min xweş dikî

Ez heyrana wê rûyê bejn û balê

Ramûsek ji lêvê, dermanê vê dilê

Bikşînim nava xwe, bêhna wê singê

Em bibin yek beden, biqetin ji vê dinyê

Dema destê min girt, ji min re kenîya

Rih û bedena min jê re helîya

Ez bûm Elon Musk firîyam ezmana

Em diçin utopia, by by dinya

Di nava agirê de em bi hev re reqs bikin

Xwê bidin, şil bibin, bihelin, nesekin

Heta em ziwa bibin, herdem şa bibin

Em ji vê xewa şêrîn qet şîyar nebin

Ji min re derman î, nexweşê te me

Ji bo te amade me, heta dawî bi te re me

Rih û bedena min ii te re dihele

Hertiştê min yê te ye, ji te re helal e

Comments
Welcome to Lyricf comments! Please keep conversations courteous and on-topic. To fosterproductive and respectful conversations, you may see comments from our Community Managers.
Sign up to post
Sort by
Show More Comments
Xem
  • country:Turkey
  • Languages:Kurdish (Kurmanji)
  • Genre:Alternative, Hip-Hop/Rap, R&B/Soul
  • Official site:https://www.instagram.com/XEM.official/
Xem
Latest update
Copyright 2023-2024 - www.lyricf.com All Rights Reserved